Serhatiyên ji Peymana Kevin

Ev serhatiyên Peymana Kevin cara pêşî bi zimanê Îbranî û Aramî hatin nivîsandin û me ew wergerandin zimanê Kurmancî.

Ev serhatiyên ha ne peyv bi peyv ji Tewrat, Zebûr û ji Nivîsarên Pêxemberan hatine standin, lê ew tu caran dûrî nivîsarên eslî (orijînal) nakevin. 

Me carna hin ji van serhatiyan hinekî kin kirine an jî rêzimana hevokan, da ku rihet bên xwendin sivik kirine; carna jî me dora hevokan an ayetan guhertiye, lê her gav çavê me lê bû ku em her serhatiyê bi awayekî  rast û dirist pêşkêşî we bikin.

Eger hûn bixwazin van serhatiyan di zimanekî din de bixwînin, hûnê cihê wan ê di Peymana Kevin de (yanî navê kitêb, derî û ayetan) di bin sernivîsara serhatiyê de bibînin.

Harran.jpg