Peymana Kevin - Kʼurdîya Kavkazê (hʼerfêd latînî)

Peymana Kevin cara pêşin bi zimanê Îbranî û Aramî hatîye nivîsarê. Heta îro Îstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz Moskovêda ew welger'andin zimanê Kurmancî. Li vir hûn dikarin p'arêd ji Peymana Kevin bi zimanê Kurmancî xwer'a bik'işînin - lê t'enê bona xwe. © Xudanê welger'andinê Înstîtûta Welger'andina K'itêba Pîroz, Stokholm û Moskva ye (Înstîtût perevoda Bîblîyî). Em bona îzina Îstîtûtê gelekî r'azî ne.

Pênc k'itêbêd Mûsa (T'ewrat)
Her kes dizane ku Xudan Xwedê e'firandarê her tiştî ye. Lê heger tu dixwazî hê baş fe'm bikî, k'a e'firandina dinê û însên, pêşdahatina guna, heleqetîya Xwedê û însên çawa bû, gerekê tu wan k'itêbêd Mûsa bixûnî.
Ev serhatîyed navîdeng ji Adem û Hêwa, Nuh û t'ofanê - çawa wî bi gemîya xwe li ser ç'îyayêd Araratê r'ûnişt, t'evîhevkirina zimana Babîlonêda, usa jî ji p'êxemberêd Birahîm û Mûsa mer'a dibêjin.
Û pê xwendinê tê caba wan pirsa bistînî ku serê her kesî têşin: Em ji k'u bûne, em çima dijîn, çima dinyayêda haqas xirabî heye, pey mirinêr'a çi tê serê me - K'erem ke bixûne - bi zimanê xwe.

R'ût', Ester, Ûnis
Ev her sê k'itêbêd biç'ûk nava xweda sê demêd başqeye wextê berê didine k'ifşê, ji qur'na 11-da h'eta qur'na 5-a berî bûyîna Îsa Mesîh. Em ve yekêda guman in, ku xwendevanêd k'urd wê ne t'enê dîroka serhatîyêd h'eyre-h'ujmek'ar bibînin, lê belê wê usa jî wê r'astîya Xwedêye hindava mêrivda bih'esin.

Heger tu van k'itêba bi h'erfêd kîrîlî bixwazî, k'erem ke, li vir t'emamîya têkst' bi zaravê K'urdîya Kavkazê û h'erfêd kîrîlî heye.

OT-prortionsbooks.jpg