Nivîsarên Pîroz - Ньвисаред Пироз

Îsa Mesîh (vîdyo)

"Îsa Mesîh" fîlma ku di dinyayê de herî zêde tê temaşekirin e.
Ev fîlma ha fîlmeke dilsoz a bûyerên dîrokî ye û jiyana Îsa Mesîh ê ku di dîroka dinyayê de şexsê herî girîng e, tîne ber çavên me. Bûyîna wî bû xala guhertina dîroka dinyayê.

Ev fîlm li 800 zimanên ku li 230 welatan tên gotin, hatiye wergerandin. Ew li gor nivîsara Încîla Lûqa hatiye çêkirin û li ser bûyîna Mesîh, li ser zaroktiya wî, li ser gotin û karên wî, li ser doz û mirina wî û li ser vejîn û hilkişîna wî ya ezmên dibêje.