Roj baş!

Roj baş!
 

Temaşevanên hêja – hûn gelek bi xêr hatin. Em şa ne, ku em li vir dikarin Nivîsarên Pîroz bi zimanê Kurmancî pêşkêşî we bikin. Em ji Xudan Xwedê dixwazin ku dilê we bi xwendinê an bi bihîstinê şa bibe û ronahiya hezkirina Xwedê bikeve jiyana we.

Belkî we bihîstiye ku di Kitêba Pîroz de du beş hene: Peymana Kevin û Peymana Nû. Xwedê bi peymanan bi mirovan re têkilî daniye. Ev peyman keremên Xwedê ne û ew gerdûnî ne.

Xwedê bi destê Mûsa pêxember Peymana Kevin (Tewrat) bi gelê Îsraêl re girêda. Û bi vî awayî bi wan re têkilî danî. Heçî Peymana Nû ye, ew ne tenê ji gelê Îsraêl re, lê ji hemû miletan re hat dayîn. Ji bo vê yekê Îsa Mesîh hat dinyayê û bû navberkarê Peymana Nû. Ew bi xwe got: ”Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.” Ji bo vê yekê destûra mirovan tune ku tiştekî ji wan kêm bikin an jî li ser wan zêde bikin.

Li ser vê malperê hûn dikarin Nivîsarên Pîroz an awdyo yan vîdyo online bistînin an jî ji xwe re daxin. Em li jêr li ser vê rûpelê çend mesela nîşanî we dikin. (Dema hûn di ser bişkokan re bigerin mana wan xuya dibe.) Li ser malperê çend tiştên din jî hene.

Derî ji bo mirovên ku li Xwedê û li rastiya wî bigerin vekirî ye. Werin û bibînin!